Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 150

Listen to this chapter • 0:42

[1] Halêlûya! Şikirîyê bidine Xwedê, Pîrozgeha Wîda, şikirîyê bidine Wî, e'zmanê Wîyî qewatda.

[2] Şikirîyê bidine Wî, bona kirêd Wîye zor, şikirîyê bidine Wî, bona r'ûmeta Wîye mezin.

[3] Şikirîyê bidine Wî, bi dengê bor'îyê, şikirîyê bidine Wî, bi çeng û çengê zîs.

[4] Şikirîyê bidine Wî, bi def û r'eqasê, şikirîyê bidine Wî, bi saz û bilûrê.

[5] Şikirîyê bidine Wî, bi şingînîya bolma, şikirîyê bidine Wî, bi zingînîya zengila.

[6] Her bînber bira şikirîyê bide Xudan! Halêlûya!

Zebûr — Chapters