Zebûr 49
[1] Bibihên vê yekê h'emû miletno, guhdar bin h'emû binelîyêd dinê,
[2] belengaz û yê e'silzade, dewletî û k'esîb hevr'a t'evayî.
[3] Devê minê serwaxtîyê bêje, fikirêd dilê min zanistîyê.
[4] Ezê guhê xwe bidime ser mesela gotî, pê çengê zîs vekim sir'a gotina xwe.
[5] Çima bitirsim ez r'ojêd xirabda, gava neheqîya neyar dora min bigire,
[6] yê gumana wî li ser qewata wî ye û pê hebûka xweye p'ir' difir'e?
[7] Belê ew hebûk nikare wî xilaz ke û ne jî berdêlê berva bide Xwedê.
[8] Çimkî biha ye qîmetê xilazbûna wan, t'u car ev yek nabe ku bê dayîn,
[9] wekî bijî h'eta-h'etayê û mirinê ew nebîne.
[10] Her kes dibîne ku serwaxt dimirin, mîna axmax û bêfe'ma unda dibin, hebûka xwe hineke dinr'a ew dihêlin.
[11] Qebirêd wan dibine tamêd h'eta-h'etayê, ew cî-warêd wane qur'ne-qur'ne ne, ev in ku navê xwe didane li ser cî-misk'ena.
[12] Meriv xêr-xweşîyêda dirêj namîne, wê mîna h'eywên, ewê unda be her'e.
[13] Ev e r'îya axmaxa, axirîya yêd e'mirê xwe r'azî ne. (Sela)
[14] Mîna pêz berbir'î dîyarê mirîya dibin, mirin şivanê wan e, ew r'ast berjêrî gor'ê dibin. Qalibê wanê bir'ize her'e, gor'istanê mala wan be.
[15] Lê Xudanê nefsa min ji destê dîyarê mirîya xilaz ke, belê Ewê min hilde cem xwe. (Sela)
[16] Netirse, ku meriv dewletî dibe û hebûka wê malê zêde dibe,
[17] çimkî gava ew dimire diçe, nikare tiştekî t'evî xwe hilde, ew hebûka wî t'evî wî naçe.
[18] Heger ew saxîya xweda xwe bextewar dibîne û h'emû jî pesinê wî didin, bona ku her tişt wîr'a li hev tê,
[19] yeke wê her'e bigihîje wan pêşîyêd xwe û îdî t'u car ewê r'onayê nebîne.
[20] Meriv, ew xêr-xweşîyêda ye, lê nizane wê mîna h'eywên unda be.