Zebûr 55
[1] Xwedêyo, guh bide duayê min û pişta Xwe nede r'ecayê min.
[2] Dîna Xwe bide min û caba min bide, diltengîyêda ez şaşo-p'aş bûme û şînê dikim,
[3] ji dest dengê neyar û tengasîya nep'ak. Çimkî neheqîyê li ser minda dibarînin û bi hêrsê min dizêrînin.
[4] Dil nav minda dilerize û xofa mirinê ser minda girt.
[5] Tirs û lerizekê ez girtime û r'isasê ez mina kirime .
[6] Min got: «Xwezî mîna kewa baskêd min hebûna ku ez bifir'îyama û r'ih'et bûma.
[7] Ezê bir'evîyama dûr biçûma, çol-bestada ezê bimama. (Sela)
[8] Minê bikira ji ber fizirdûmanê û bobelîskê sit'arek xwer'a bidîta».
[9] Ya Xudan, zarê wan şaş ke, zimanêd wan t'evîhev ke, çimkî bajêrda zordarî ye, hevk'etinê ez dibînim.
[10] Evana şev û r'oj her çar alîyava li ser sûra wî diger'in, bêolîtî û xirabî jî navda ye.
[11] Wêranbûn nava wîda ye, derewî û zordarî ji meydanêd wî kêm nabin.
[12] Neyar nîne serê min dike, min sebir kira, yan peyk'etîyêd min yê ku xwe ser minr'a digire, min xwe jê veşarta.
[13] Lê belê tu hogirê min, heval û pismamê min,
[14] ku me hevr'a şîrin-şîrin hevaltî dikir û t'evî mixulqetê Xana Xwedêda diger'îyan.
[15] Bira mirin nişkêva ser wanda bigire û saxe-sax ew bik'evine dîyarê mirîya, çimkî nava wan û hêwargehêd wanda xirabî heye.
[16] Lê ezê hewara xwe Xwedê daynim û Xudan wê min xilaz ke.
[17] Ezê sibeh, nîvro û êvar, bikim zarîn hêwarze û Ewê bibihê dengê min,
[18] bi e'dilayê min xilaz ke ji wî şer'ê miqabilî min, çimkî gelek in neyarêd min.
[19] Xwedê wê bibihê û Yê Her-Heyêyî li ser k'ursîyê wê dever'ûya wan bîne, (Sela) çimkî ew nayêne guhastinê û ji Xwedê natirsin.
[20] Destê xwe hilda ser hogirêd xwe û peymana xwe t'er'iband.
[21] Ji devê wî gul û nûr dibarin, lê şer' heye dilê wîda, zarê wî ji melh'emê nermtir e, lê xwexa şûrê k'aşkirî ye.
[22] Tu barê xwe bide Xudan Ewê hilgire dewsa te. Ewê t'u car nehêle, wekî yê r'ast bilik'ume.
[23] Lê Tu Xwedêyo, Tê wan bavêjî ç'e'la mirinê, merivêd qet'il û mixenet wê negihîjine nîvê r'ojêd xwe. Lê ez Teda guman im.