Zebûr 66
[1] Hey t'emamîya dinyayê, bi dilê şa Xwedêr'a dengê xwe hildin.
[2] De bistirên eşqî r'ûmeta navê Wî, şikirîyê bidine r'ûmeta Wî.
[3] Bêjine Xwedê: «Çiqas xof in kirinêd Te! Ji qewata Teye zor, neyar li ber Te diqurifin.
[4] Dinya pêva li ber Te ta dibe, eşqî Te distirên, eşqî navê Te distirên». (Sela)
[5] Werin û bibînin kirêd Xwedê, Ew bi kirêd Xwe xof e ser merivayê.
[6] Wî be'r kire zihabûn, ç'emê avêr'a p'îya derbaz bûn, li wir em pê Wî şa bûn.
[7] Bi qudreta Xwe h'eta-h'etayê serwêrîyê dike, ç'e'vê Wî p'ûtp'arista dibîne, de bira serhildayî fir'naq nebin. (Sela)
[8] Gelî mileta, pesinê Xwedê bidin û dengê pesindayîna Wî bidine bihîstinê.
[9] Yê ku nefsa me sax dihêle û nahêle ku nigê me bişimite.
[10] Xudan Te em e'nene kirin û h'elandin, çawa ku zîv tê h'elandinê.
[11] Te em kirine t'or'ê, barê giran da ser milê me.
[12] Te serê me kirine bin p'îyêd sîyara. Em agir û avêr'a derbaz bûn, lê belê Te em derxistine fireqetîyê.
[13] Ezê bi dîyarîşewata bême Mala Te, wan ad-qirarêd xwe bînime sêrî,
[14] k'îjan lêvêd min soz dane û tengasîyêda ji devê min derk'etine.
[15] Ezê dîyarîyêd k'ok p'êşk'êşî Te kim, t'evî şewitandina bîna berana, canega û nêrîya ezê qurban bînim. (Sela)
[16] Werin bibihên, h'emûyêd Xwedêxof, ezê wer'a bêjim Ewî çi kir bona min.
[17] Min bi devê xwe gazî Wî kir, pesindayîn ser zarê xwe kêm nekir.
[18] Heger neheqî min xweda xwey kira, Xudan wê dengê min nebihîsta.
[19] Lê belê Xwedê bihîst û guh da dengê duayê min.
[20] Şikir ji Xwedêr'a, ku pişt nade duayê min û h'uba Xwe ji min dûr nexist.