Zebûr 84
[1] Çiqasî xweş in cî-warê Te, Xudanê Ordîya!
[2] Nefsa min h'eyr û demana h'ewşêd Xudanda ye, dil û bedena min pê Xwedêyê zêndî eşq û şa ye.
[3] Ç'ivîkê jî mal dît, dûvmeqeskê jî hêlûn danî, ku cûcûkêd xwe wir dayne, cem gorîgehêd Te, Xudanê Ordîya, P'adşayê min û Xwedêyê min.
[4] Xwezî li wan ku Mala Teda dimînin, ew her t'im pesinê Te didin. (Sela)
[5] Xwezî li wan meriva, qewata k'îjana ji Te ye û h'eyra r'îya h'eca ç'îyayê Sîyonê ye.
[6] Gava newala Bak'ayêye zihar'a derbaz dibin, ew der dibe cîyê kanîya, ç'e'l-ç'ûl avava t'ijî dibin.
[7] Evana çiqas diçin hê qewat dibin, Sîyonêda li ber Xwedê k'ifş dibin.
[8] Xudan Xwedêyê Ordîya, duayê min bibihê, guh bide, ya Xwedêyê Aqûb! (Sela)
[9] Xwedê, berê Xwe bide mert'alê me û r'ûyê k'ifşkirîyê Xwe binihêr'e.
[10] R'ast r'ojeke h'ewşa Teda, ji h'ezar r'ojêd dereke çêtir e. Qenc e ber şêmîka Xana Xwedêyê xwe bim, ne ku malêd nep'akada ez bijîm.
[11] Çimkî Xudan Xwedê te'v û mert'al e. Xudan k'erem û r'ûmetê dide, Ew t'u qencîyê ji ser wan nabir'e, k'îjan ku dijîn bêlek'e.
[12] Ya Xudanê Ordîya, xwezî li wî merivî, ku gumana wî li ser Te ye.