Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 116

Listen to this chapter • 1:55

[1] Ez Xudan h'iz dikim, Ewî dengê zarînîya min bihîst.

[2] Ewî guhê Xwe da ser min, ezê t'emamîya r'ojêd xwe gazî Wî kim.

[3] Xumama mirinê ser minda girt, derd-kulêd gor'istên ez dîtim, te'lî tengî ser minda hat.

[4] Hingê min gazî navê Xudan kir: «Xudano! E'mirê min xilaz ke».

[5] Xudan xêrxwaz û amin e, Xwedêyê me dilşewat e.

[6] Xudan yêd sade xwey dike, gava ez k'etim, ez xilaz kirim.

[7] Nefsa min were ser r'ih'etîya xwe, çimkî Xudan ter'a qencî kir.

[8] Te nefsa min ji mirinê xilaz kir, ç'e'vê min jî ji hêsira paqij kir, nigê min jî lik'umandinê Te xwey kir.

[9] Ezê biger'im li ber Xudan warê zêndîyada.

[10] Gava ez h'alê giranda bûm, min dîsa bawarîya xwe unda nekir .

[11] Min şaşîya xweda got: «Her meriv derew e».

[12] Ez çi bidime Xudan, bona t'emamîya qencîya Wîye ser min?

[13] K'asa azadîyê hildim bir'êjim û gazî navê Xudan kim.

[14] Ad-qirarêd min ber Xudan kirî, ezê li ber cime'ta Wî bînim sêrî.

[15] Mirina amina ber ç'e'vê Xudan biha ye.

[16] Xudano! Ez e'vdê Te me, ez e'vdê Te me û kur'ê carîya Te me, Te qeydêd min vekirin.

[17] Ezê dîyarîya r'azîdarîyê Ter'a bidim û gazî navê Xudan kim.

[18] Ad-qirarêd min ber Xudan kirî, ezê li ber cime'ta Wî bînim sêrî,

[19] h'ewşêd Xana Xudanda, nava teda, Orşelîmê! Halêlûya!

Zebûr — Chapters