Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 111

Listen to this chapter • 1:13

[1] Halêlûya! Ezê bi dil şikirîyê bidime Xudan, nava civata r'asta û cime'têda.

[2] Kirêd Xudan çiqasî mezin in, h'izkirîyêd wan, wanda k'ûr dibin.

[3] Kirêd Wî r'ewş û r'ûmet in, r'astîya Wî dimîne h'eta-h'etayê.

[4] Bi k'eremeta, Xwe dide e'yankirinê, Xudan r'e'm û dilşewat e.

[5] Xurek dide xofk'êşêd Xwe, her t'im bîr tîne peymana Xwe.

[6] Qewata kirêd Xwe nîşanî cime'ta Xwe kir wekî cî-warêd mileta bide wan.

[7] Kirêd destê Wî r'astî û heqî ne, h'emû t'emîyêd Wî aminî ne.

[8] Ew h'eta-h'etayê h'îmgirtî ne, ser r'astîyê û h'elalîyê pêşda hatî ne.

[9] Ewî cime'ta Xwer'a azadbûn şand, peymana Xwe h'eta-h'etayê mak kir. Pîroz û saw e navê Wî.

[10] Serê zanebûnê xofa Xudan e, yê t'emîyêd Wî diqedîne, her yek bîlan e. Pesindayîna Wî her-t'im dimîne .

Zebûr — Chapters