Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 136

Listen to this chapter • 2:16

[1] Şikirîyê bidine Xudan, çimkî Ew qenc e û h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.

[2] Şikirîyê bidine Xwedêyê xwedêya, çimkî h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.

[3] Şikirîyê bidine Xudanê xudana, çimkî h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.

[4] Yê ku t'enê k'eremetêd mezin dike, çimkî h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.

[5] Yê ku e'zman bi serwaxtîyê e'firand, çimkî h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.

[6] Yê ku h'îmê e'rdê ser ava avît, çimkî h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.

[7] Yê ku şewqdarêd mezin e'firandin, çimkî h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.

[8] Te'v, ku serwêrîyê r'ojê bike, çimkî h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.

[9] Hîv û steyrk, ku serwêrîyê şevê bikin, çimkî h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.

[10] Yê ku Misirî, nixurîyê wanva xist, çimkî h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.

[11] Yê Îsraêl ji nava wan derxist, çimkî h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.

[12] Bi destê zor û zenda dirêjkirî, çimkî h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.

[13] Yê Be'ra Sor kire du p'ara, çimkî h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.

[14] Yê Îsraêl nav wêr'a derbaz kir, çimkî h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.

[15] Yê Firewin, ordîya wîva avîte Be'ra Sor, çimkî h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.

[16] Yê Cime'ta Xwe ber'îyêva bir, çimkî h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.

[17] Yê ku p'adşêd mezin xistin, çimkî h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.

[18] Û Yê p'adşêd xweyîr'ûmet kuştin, çimkî h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.

[19] Sîxon p'adşê emorîya, çimkî h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.

[20] Og p'adşê başanîya, çimkî h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.

[21] Yê e'rdê wan wartî da, çimkî h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.

[22] Yê wartî da xulamê Xwe Îsraêl, çimkî h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.

[23] Yê belengazîya meda me bîr tîne, çimkî h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.

[24] Û em ji dijmina xilaz kirin, çimkî h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.

[25] Yê h'emû r'uh'berî nan dike, çimkî h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.

[26] Şikirîyê bidine Xwedêyê e'zmên, çimkî h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.

Zebûr — Chapters