Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 121

Listen to this chapter • 0:53

[1] Ez dîna xwe didime ç'îya. Gelo k'omekê ji k'u bê minr'a?

[2] K'omeka min ji Xudan e, e'firandarê e'rd û e'zman e.

[3] Ew nahêle ku nigê te bişimite, Xweykirîyê te nahênije.

[4] Xweykirîyê Îsraêlê t'u car nahênije, r'anazê.

[5] Xudan xweykirîyê te ye, Xudan sîya ser te ye, li milê teyî r'astê ye.

[6] R'ojê te'vê te nexe, ne jî hîvê şevê.

[7] Xudanê ji her xirabîyê te xwey ke, Ewê xwey ke e'mirê te.

[8] Ç'e'vê Xudan wê ser k'etin-derk'etina te be, ji îroda h'eta-h'etayê.

Zebûr — Chapters