Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 92

Listen to this chapter • 1:38

[1] Qenc e şikirîyê bidine Xudan û eşqî navê Te bistirên, Yê Herî Jorin,

[2] ku serê sibehê h'uba Te gilî kin û êvarê jî aminîya Te,

[3] bi sazê dehe t'êlî û bi miqamê çengê zîs.

[4] Çimkî Te, Xudan, ez şa kirim bi kirinêd Xwe, kirinêd destê Ter'a ez gul didim.

[5] Çawa mezin in, Xudano, kirêd Te! Gelekî k'ûr in şêwirêd Te!

[6] Merivê bêfe'm vê nizane û yê axmax fe'm nake,

[7] heger nep'ak mîna şînayê bigihîjin, h'emûyêd neheqîyê dikin, gul din, yek e ewê h'eta-h'etayê gever bin.

[8] Lê belê Tu Xudano, t'imê bilind î!

[9] Çimkî va neyarêd Te, Xudano, va neyarêd Teyê gever bin, h'emûyêd neheqîyê dikin bela bin.

[10] Lê Te strûyê min, mîna strûyê gayê beyanî bilind kir û ez pê r'ûnê nû r'ûn kirim.

[11] Ç'e'vê min k'etina neyarêd min dîtin, guhê min derheqa wan xirabada bihîstin, k'îjana ku h'icûmî li ser min kirin.

[12] R'astê mîna dara xurmê gul de, mîna erza Lubnanê bilind be,

[13] ew Xana Xudanda daç'ikandî ne, h'ewşêd Xwedêyê meda gul dane.

[14] H'eta mezinayîya xweda jî wê ber bidin, ter' û şîn wê bimînin,

[15] wekî salix kin, ku Xudan r'ast e, Ew qeyayê min e, neheqî Wîda t'une.

Zebûr — Chapters