Zebûr 86
[1] Xudano, guh bide û caba min bide, çimkî ez me'rim û belengaz im.
[2] E'mirê min xwey ke, çimkî ezî amin im, xulamê Xwe xilaz ke Xudano, ku Teda guman im.
[3] Min were r'e'mê Xweyo, ku t'emamîya r'ojê gazî Te dikim.
[4] Dilê xulamê Xwe şa ke, Xudano, ku gumana min li ser Te ye.
[5] Çimkî Tu Xudano, qenc û afû kir î, hindava h'emûyada xweyê h'uba mezin î, k'îjan ku gazî Te dikin.
[6] Bibihê Xudano, duayê min û dîna Xwe bide lavayêd min.
[7] Oxirmê giranda, Te dikim gazî, Tu bona min dibî hewarî.
[8] Xudano, nava xwedêyada yekî mîna Te t'une, ne jî mîna kirêd Te, kir hene.
[9] H'emû milet Te xuliqandin, ewê bên ber Te ta bin, Xudano û r'ûmetê bidine navê Te .
[10] Çimkî Tu mezin î k'eremetkir î, Tu yî t'enê Xwedê.
[11] Xudan r'îya Xwe min hîn ke, ku ez r'astîya Teda her'im, bike ku dilê min ji navê Te xof bike.
[12] Bi t'emamîya dilê xwe ezê şikirîyê bidime Te, Xudan Xwedêyê min û h'eta-h'etayê r'ûmetê bidime navê Te.
[13] Çimkî h'uba Te mezin e hindava minda, Te ez xilaz kirim ji k'ûraya dîyarê mirîya.
[14] Xudano, k'ubar-babax r'abûne ber min, k'omeke zordara pey min k'etîye û Te nadine li ber ç'e'vêd xwe.
[15] Lê Tu Xudan, Xwedêyê r'e'mê û dilşewatîyê, xweyê sebir-sik'anê, h'ub û aminîyêda xinêyo.
[16] Dîna Xwe bide min û min were r'e'mê, qewata Xwe bide qûlê Xwe, xilaz ke kur'ê carîya Xwe.
[17] Nîşaneke qencîyê bona min bike, ku peyk'etî bibînin û şermî bin, çimkî Tu hatî Xudan hewara min û ez baristan kirim.