Zebûr 90
[1] Ya Xudan, Tu sit'argeha me yî qur'ne-qur'ne.
[2] Berî bûyîna ç'îya, berî e'firandina e'rdê û t'opa dinê, ji her-heyê h'eta-h'etayê, Tu Xwedê yî.
[3] Tu mêriv li xwelîyê vediger'înî û dibêjî: «Veger'in, ewledêd merivayê».
[4] H'ezar sal ber ç'e'vê Te mîna r'oja duhu ye, ku dibihure, ew mîna bedîleke şevê ye .
[5] Tu wan r'oda ber'didî, ew dibin mîna xewna şeva, mîna gîhayê ku sibehê zû şîn dibe.
[6] Ew sibehê zû gul dide û şîn dibe, êvarê diç'ilmise û h'işk dibe.
[7] Belê ji dest hêrsa Te em dih'elin-dimaşin û ji alava k'ela Te em t'evîhev dibin.
[8] Te neheqîyêd me danîne li ber Xwe, gunêd meye veşartî ber nûra dîndara Xwe.
[9] H'emû r'ojêd me bi hêrsa Te dibihurin, salêd me jî mîna k'eserekê derbaz dibin.
[10] R'ojêd e'mirê me h'eftê sal in, heger bi sih'et-qewat h'eyştê sal bin, dîsa r'ûmeta wan ze'met û k'eder e, ew zû dibihurin, em jî difir'in diçin.
[11] K'î haş ji qewata hêrsa Te heye? Xezeba Te weke ji Te xofkirinê ye.
[12] Me usa hîn ke em r'ojêd xwe bijmirin, wekî em dilekî serwaxt dest bînin.
[13] Li me veger'e, Xudan! H'eta k'engê? Li qûlêd Xwe were r'e'mê.
[14] Sibehê zû bi h'uba Xwe me t'êr ke, ku em eşq bin nava h'emû r'ojêd xweda.
[15] Me weke wan r'oja şa ke, çiqasîda Te dilê me êşandin, weke wan sala, çiqasîda tengasî dît.
[16] Bira kirêd Te e'vdêd teva e'yan bin û r'ûmeta Te ewledêd wanva.
[17] De bira Xudan Xwedêyê me, li me xweş be, şixulê destê me nava meda qewîn ke, belê, şixulê destê me qedîm ke.