Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 11

Listen to this chapter • 1:03

[1] Min xwe daye bin sîya Xudan, hûn ça minr'a dibêjin: «Mîna ç'ivîka bifir'e, her'e ç'îyayêd xwe?»

[2] Va ye neheqa kevan saz kirine û tîrêd xwe jî k'işandine, ku te'rîyêda bavêjine yê dilê r'ast.

[3] Gava bingeh wêran be, îdî yê r'ast wê çi bike?

[4] Xudan P'aristgeha Xweye pîrozda ye, k'ursîya Xudan li e'zmên e, ç'e'vê Wî her kesî dibîne, bijangê Wî benî-adem dicêr'ibîne.

[5] Xudan r'asta dicêr'ibîne, lê dijene nep'ak û yê zulmê h'iz dike.

[6] Wê ser nep'aka şelê agir û k'irk'ûtê bibarîne, bayê germî-şewatê jî p'ara k'asa wan bik'eve.

[7] Çimkî Xudan r'ast e, r'astîyê h'iz dike û yê r'ast wê nûr-nedera Wî bibîne.

Zebûr — Chapters