Zebûr 58
[1] Gelo hûn r'ast qirar dikin, serwêrno? Û bi heqîyê h'akimtîyê dikin, merivno?
[2] Ne dilda hûn bêolîtîyê dikin, bi destêd xwe zulmê e'rdê dir'eşînin.
[3] Nep'ak hema bet'inê dêda ji r'ê k'etî ne, zikmakîyêda xalifîne derewîyêda.
[4] Je'ra wan mîna je'ra me'ra ye, mîna tîreme'rê ku guhêd xwe dixitimîne,
[5] ku dengê k'oç'eka nebihê, sêrbazê me'rayî pispor jî.
[6] Xwedêyo! Dirana devê wanda hûrdexweşî ke, qîlêd wan şêra bik'işîne, Xudano!
[7] Bira mîna avêd diç'ikin, her'in derbaz bin, mîna gîhê bêne p'êpeskirin, h'işk bin her'in .
[8] Bira ew mîna zûrîya bin, gava ew dik'işin dih'elin, mîna zar'a ber k'ulfetê çûyî, ku r'ûyê te'vê nabîne.
[9] Ew hê ser h'işada ne hatî bira mîna stirîya bêne r'akirinê, mîna k'ol-k'osa bêne k'işandinê .
[10] R'astê şa be gava h'eyfhildanê bibîne, ewê xûna nep'akada nigêd xwe bişo.
[11] Merivê bêjin: «R'astî jî xelata r'asta heye! R'astî jî Xwedê heye, Ew H'akimê ser dinê ye!»