Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 6

Listen to this chapter • 1:13

[1] Xudano! Bi k'ela Xwe min hilneyê bi hêrsa Xwe, li min neke Tu şîretê.

[2] Xudano! Minr'a bike Tu r'e'mê çimkî k'etime bêt'aqetîyê. Xudano, Tu min bike h'ekîmtîyê, çimkî hestûyada k'etime r'icafê.

[3] Ez bi xwe jî dir'icifim û Tê Xudano... h'eta k'engê?

[4] Veger'e Xudan! Tu nefsa min xilaz ke, li gora xatirê wê h'uba Xwe, min azad ke.

[5] Çimkî t'irbêda k'î wê Te bîr bîne? Dîyarê mirîyada k'ê şikirîyê bide Te?

[6] Ji ne'lînîyê ez wastîya me, her şev dişom doşeka xwe, bi hêsira şil dikim nivîna xwe.

[7] Ç'e'vê min ji k'ederê hatin derên, r'ûyê h'emû dijminada ew r'ijîyan.

[8] Ji min dûr k'evin, h'emûyêd neheqîyê dikin , çimkî Xudan bihîst dengê girîyê min.

[9] Xudan bihîst lavayê min, Xudanê qebûl ke duayê min.

[10] H'emû dijminêd min wê şermî bin, bir'icifin, wê veger'in û nişkêva şermezar bin.

Zebûr — Chapters