Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 135

Listen to this chapter • 2:04

[1] Halêlûya! Pesinê navê Xudan bidin, pesinê bidinê, gelî xulamêd Xudan,

[2] yêd ku Xana Xudanda disekinin, h'ewşêd Xana Xwedêyê meda nin.

[3] Pesinê Xudan bidin, çimkî Xudan qenc e, eşqî navê Wî bistirên, çimkî ev yek xweş e.

[4] Xudan Xwer'a Aqûb bijart, Îsraêl çawa milk'ê Xwe.

[5] Ez zanim ku Xudan mezin e, Xweyê me ser h'emû xwedêyar'a ye.

[6] Xudan ça dixwaze usa dike, e'rd û e'zmênda, nava be'ra, usa jî h'emû k'ûrayîyada.

[7] Ji her çar qulba, e'wra derdixe, bona baranê birûskê çêdike, ji e'mbarêd Xwe bayê r'adike.

[8] Ewî nixurîyêd Misirê kuştin, ji meriva girtî, h'eta h'eywên.

[9] Nîşan û k'eremetêd e'cêb anîn serê te, hey Misirê! serê Firewin û xulamêd wî.

[10] Ewî gelek mileta xist û p'adşêd zor qir'kirin:

[11] Sîxon p'adşê emorîya, Og p'adşê Başanê û h'emû p'adşêd Kenanê.

[12] E'rdê wana wartî da, warê cime'ta Xwe Îsraêlê.

[13] Xudano! Navê Teyê her t'im hebe, Xudan, qur'ne-qur'ne Tê bêyî bîranînê.

[14] Çimkî Xudanê heqîyê cime'ta Xwe bike û ç'e'vê r'e'mê xulamêd Xwe binihêr'e.

[15] P'ûtêd mileta ji zêr' û zîv in, çêbûyêd pê destê însên in.

[16] Devê wan hene, xeber nadin, ç'e'vê wan hene, ew nabînin.

[17] Guhê wan hene, ew nabihên û bîn t'une ber bêvila wan.

[18] Yêd wana çêdikin û wanda guman in, ewê jî bibine mîna wan.

[19] Mala Îsraêl! Pesinê Xudan bidin. Mala Harûn! Pesinê Xudan bidin.

[20] Mala Lêwî! Pesinê Xudan bidin. Yêd ji Xudan ditirsin! Pesinê Xudan bidin

[21] Bira ji Sîyonê Xudan bimbarek be, Yê ku Orşelîmêda dimîne! Halêlûya!

Zebûr — Chapters