Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 39

Listen to this chapter • 1:41

[1] Min got: «Ezê miqatî r'îya xwe bim, ku bi zimanê xwe guna nekim, gemekê bavêjime ez devê xwe, h'eta ku nep'ak li ber min e».

[2] Min xwe ker' kir û deng nekir, bona qencîyê jî qet tişt negot, hingê êş li min t'evîhev bû.

[3] Dil nav minda qilqilî, alavê da qafê min, hingê derevebûm û min got:

[4] «Bêje Xudan Tu axirîya min, çiqas in ew r'ojêd min û r'êwîtîya min çend r'oj in».

[5] Va pê bihusta Te r'oj dane min û e'mirê min li ber Te ne t'u tişt e. R'ast her merivê dinê k'etîye, ew t'am weke hulmekê ye. (Sela)

[6] R'ast mîna sîyê meriv tê-diçe. R'ast badîhewa h'ece-h'ec dike, ew t'op dike lê nizane ewê bibe r'isqê k'ê.

[7] Îdî niha ez hîvîya çi bim, Xweyo? Gumana min li ser Te ye.

[8] Min ji h'emû neheqîyêd min xilaz ke, min neke nava dev-diranê bêfe'ma.

[9] Ez xwe ker' dikim, devê xwe venakim, çimkî Te kir, eva yeka.

[10] Derba Xwe Tu ji min dûr xe, ez ji ber k'ulma Te betavedibim.

[11] Bona şîretê, neheqîya mêriv li ber bêvila derdixî, mîna bizûzê Tu hebûka wî dihizhizînî û jîyîn t'am weke hulmekê ye. (Sela)

[12] Ya Xudan, Tu bibihê duayê min û guh bide hêwarza min, Tu pişt nede hêsirêd min, ez li ber Te çawa r'êwî, mîna pêşîyêd xwe mêvanî.

[13] Mir'ûzê Xwe ji min dager'îne, ku ez dîsa beşerxweş bim h'eta ku neçûme, p'ûç' nebûme.

Zebûr — Chapters