Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 122

Listen to this chapter • 1:04

[1] Ez şa bûm, gava minr'a gotin: «Emê her'ine Xana Xwedê».

[2] Nigêd me îdî dergehêd teda ne, em gihîştin wan, hey Orşelîm!

[3] Orşelîm bajarê çêkirî ye, t'emamî hevva cîkirî ye,

[4] Qebîl r'adibin wir, qebîlêd Xudan, weke t'emîya bona Îsraêlê, ku şikirîyê bidine navê Xudan .

[5] K'ursîyêd dîwanê wir danîne, ew k'ursîyêd zur'eta Dawid in.

[6] Bona Orşelîmê e'dilayê bixwazin: «Bira r'îya wan r'ast be, yêd te h'iz dikin.

[7] Bira e'dilayî be sûrêd teda û açixî be qesirêd teda».

[8] Bona xatirê bira û hevalêd xwe, ez dibêjim: «Orşelîmê, e'dilayî li te».

[9] Bona xatirê Xana Xudan, Xwedêyê me, ez qencîyê ter'a dixwazim.

Zebûr — Chapters