Zebûr 72
[1] Xwedê, p'adşê hîn ke ku ç'e'v bide dîwana Te, r'astîya Xwe jî kur'ê p'adşê.
[2] Bira bi r'astîyê dîwana cime'ta Te bike, belengazêd Te jî bi heqîyê.
[3] Bira ç'îya xêr-berek'etîyê cime'têr'a bînin, bira gir jî wanr'a r'astîyê.
[4] Bira pişta heqîya belengazêd milet bigire, bira zar'êd k'esîba xilaz ke lê zulmk'ara hûrdexweşî ke.
[5] Bira p'adşa bijî h'eta ku te'v p'enc dide, usa jî h'eta ku hîv şewq dide .
[6] Bira jorda bê mîna barana ser mêrga dirûyî, mîna te'vîya ku e'rdê av dide.
[7] Bira r'ojêd wîda r'astî gul de û e'dilayî gelek be, h'eta ku hîv betavebe.
[8] Bira h'ukum ke ji be'rê h'eta be'rê û ji ç'emê Firatê h'eta serê dinê.
[9] Bira binelîyêd çolê ber wî dever'ûya bên h'emû dijminêd wî t'ozê balêsin.
[10] Bira p'adşayêd T'arşîşê û girava xerc bidinê, p'adşêd Şibayê û Sivayê xelata bînin.
[11] Bira h'emû p'adşa li ber wî ta bin, h'emû milet jî xulamtîya wî bikin.
[12] Çimkî ew yê k'esîb xilaz dike, ku gazî dikê û yê belengaz ku k'omekdarê wî t'une ye.
[13] Dilê wî li bêt'aqet û k'esîba dişewite û nefsa belengaza xilaz dike.
[14] Ji zêrandinê û zordarîyê wan xilaz dike û xûna wan ber ç'e'vê wî xweyîqîmet e.
[15] Bira ew xweş be û zêr'ê Şibayê jêr'a bê dayîn, bona wî her t'im dua bên kirin, her r'oj bona wî xweşî bê xwestin.
[16] Bira genimê welêt bibe bir'-be'r, deremetêd wî serê ç'îya bih'ejin, berê wê jî mîna darêd Lubnanê be û bajarvan jî hev zêde bin, mîna şînaîya e'rdê.
[17] Bira navê wî h'eta-h'etayê bimîne, h'eta ku te'v hebe, navê wî hebe. Bira bi wî dua bê ser meriva, h'emû milet xwezîya xwe wî bînin.
[18] Şikir ji Xudan Xwedêr'a, Xwedêyê Îsraêlê, ku t'enê Ew e k'eremetkir!
[19] Her t'im pesinê navê Wîyî xweyîr'ûmet bidin. Bira t'emamîya dinê r'ûmeta Wîva t'ijî be. Amîn û amîn.
[20] Duayêd Dawidê kur'ê Yêşa ser hevda hatin.