Zebûr 64
[1] Xwedêyo, gava ez gazinê xwe dikim Tu bibihê dengê min, e'mirê min xwey ke ji sawa dijmin.
[2] Min veşêre ji şêwirêd neheqa, ji e'laleta xirabîkira,
[3] zimanê xwe ew tûj dikin mîna şûra û gotinêd te'l hazir dikin mîna tîra,
[4] ku dizîva bavêjine yê amî-t'am, nişkêva davêjinê û natirsin.
[5] Fikirêd xweye xirabda qewîn dimînin, difikirin ku bi dizîva t'eleka daynin, «K'î wê van bibîne?» ew dibêjin.
[6] Ew t'ivdîra xirabîyê dikin û dibêjin: «Me r'îya xweye neheqîyê dîtîye». Fikirêd însên gelekî k'ûr in .
[7] Lê Xwedê wê tîrê bavêje wan, nişkêva ewê birîndar bin.
[8] Zimanê wanê k'oka wan bîne, her kesê ku wan bibîne, wê serê xwe bih'ejîne.
[9] Her merivê bitirse, kirinêd Xwedê wê bela ke û guh bidine kirinêd Wî.
[10] R'astê pê Xudan şa bin, bin sîya Wîda sit'ar bin, h'emû dilr'astê pê bifir'in.