Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 124

Listen to this chapter • 0:57

[1] «Heger Xudan t'evî me nîbûya», de bira Îsraêl niha bêje:

[2] «Heger Xudan t'evî me nîbûya, gava meriva ser meda girt,

[3] hingê wê saxe-sax em daqurtandana, gava hêrsa wan li me r'abibû xwe dixwarin.

[4] Ava wê em nava xweda mina kirina, lêyîyê ser mer'a derbaz bûya,

[5] avêd r'abûyî wê ser mer'a derbaz bûna».

[6] Şikir ji Xudanr'a, ku em nedane nêç'îra ber diranêd wan!

[7] Mîna ç'ivîka em ji t'eleka nêç'îrvana xilaz bûn, t'elek şkestin em jê xilaz bûn.

[8] K'omeka me ji navê Xudan e, ku e'firandarê e'rd û e'zman e.

Zebûr — Chapters