Zebûr 94
[1] Ya Xudan, Xwedêyê h'eyfhildanê, Şewq de birq vede, Xwedêyê h'eyfhildanê!
[2] R'abe h'akimê dinyayê, bela babaxa bidê.
[3] Nep'akê h'eta k'engê, Xudano, h'eta k'engê wê nep'akê fir'naq bin?
[4] Ew gotinêd ji xwe mestir dibêjin, h'emûyêd ku bêolîtîyê dikin k'ubar dibin.
[5] Xudan, evana cime'ta Te dih'incir'înin û warê Te diçerçirînin.
[6] Ew jinebî û xerîba dikujin, sêwîya jî qir' dikin
[7] û dibêjin: «Xudan nabîne, Xwedêyê Aqûb nezan e».
[8] Bizanibin gelî bêfe'mêd meriva, gelî bêh'işa, k'engê hûnê fe'm bikin?
[9] Gelo Yê guh çêkirîye nabihê û Yê awaz daye ç'e'v nabîne?
[10] Yan Yê mileta şîret dike, Yê zanistîyê dide meriva, wan hilnayê?
[11] Xudan fikirêd mêriv zane, ku ewe p'ûç' in .
[12] Xwezî li wî bendeyî, Xudan, ku şîret dikî û qanûna Xwe li wî hîn dikî,
[13] wekî ji r'ojêd oxirmê giran wan xilaz kî, h'eta ku bona nep'aka ç'e'l bê vedanê.
[14] Çimkî Xudan cime'ta Xwe ji ber Xwe navêje û destê Xwe ji warê Xwe nak'işîne .
[15] Lê belê heqîyê pişta r'asta bigire, h'emûyêd dilê r'ast wê li pey her'in.
[16] K'ê bona min li ber xiraba r'abe? K'ê bona min miqabilî wan bisene, yêd ku bêolîtîyê dikin?
[17] Heger Xudan piştovanê min nîbûya, hindik mabû nefsa min dîyarê ker' û lalda bima.
[18] Hema min got: «Nigêd min dişimitin», h'uba Teye amin Xudan, ez qedîm kirim.
[19] Dema derd-kul dilê minda zêde dibin, baristanîyêd Te nefsa min şa dikin.
[20] T'u heleqetîya h'akimêd ner'ast t'evî Te heye, k'îjan ku neheqîyê dikine heqî?
[21] Miqabilî nefsa yê r'ast k'om dibin û xûna bêsûc sûcdar dikin.
[22] Lê belê Xudan bûye kela min, Xwedêyê min, e'sasê sit'argeha min.
[23] Ewê neheqîya wan bîne serê wan û bona neheqîya wan qir'a wan bîne. Xudan Xwedêyê meyê qir'a wan bîne.