Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 73

Listen to this chapter • 2:56

[1] R'astî çiqasî qenc e Xwedê hindava Îsraêlda, hindava yêd xweyê sitqê dilê r'astda.

[2] Lê hindik mabû ez ji r'ê bik'etama û mûk mabû gavêd min bişimitîyana,

[3] çimkî min dilê xwe kir maşoqê xwer'azîya, gava min dîna xwe da açixîya nep'aka.

[4] Çimkî ew nizanin êş çi ye h'eta mirinê, ew li ser qewata xwe jî dimînin.

[5] Ew mîna yêd mayîn tengasîyê nabînin û t'evî merivêd mayîn naçerçirin.

[6] Lema jî babaxî mîna t'oq stukura wanda ye û zordarî mîna xişir xweva dikin.

[7] Ji k'okbûnê ç'e'vêd wan dibijiqin, fikirêd dilê wan bê sînor in.

[8] Ew ser xelqê dik'enin, mixenetî xeber didin û jorda ew gefê dixwin,

[9] ber bi e'zmên devê xwe vedikin, bi zimanêd xwe t'emamîya e'rdê li hev dixin.

[10] Lema jî cime'ta Wî xwe li wan digire, bi devvekirî guhdarîya gotinêd wan dike .

[11] Dibêjin: «Xwedêyê çi bizanibe? Gelo Yê Herî Jorin haş pê heye?»

[12] Awa ev in ewêd nep'ak, ewe t'imê bê derd-kul in û hebûkê zêde dikin.

[13] Ku usa ye badîhewa min xwe paqij xweyî kirîye û destêd xwe pê bêsûcîyê şûştine.

[14] Ez her r'oj lêdayî me û her sibeh k'ewandî me.

[15] Heger min bigota: «Ezê jî vî cûr'eyî xeber dim», hingê ezê bibûma xayînê cime'ta Te.

[16] Hingê ez fikirîm ku vê yekê fe'm bikim, lê ev yek ser min giran r'ûnişt,

[17] h'eta ku k'etime pîrozgeha Xwedê, hingê axirîya wana ez pê h'esîyam.

[18] R'astî Te nep'ak kirine r'îya şimşat, berjêrê kendêlda wan dişînî.

[19] Çawa nişkêva ew t'ûr'-t'ûr'î bûn, betavebûn û bi tirsê k'ok lê hatin.

[20] Gava Tu r'abî, Tê ji wan zivêr bî, çawa yek ji xewna xirab h'işyar dibe.

[21] Gava dilê min qilqilî û navdilê min k'ir-k'irî,

[22] hingê ez bûm yekî bêfe'm û nezan, li ber Te bûme mîna h'eywan.

[23] Lê ez t'imê t'evî Te me, Tu destê minî r'astê digirî.

[24] Tu pê şîretêd Xwe r'ê nîşanî min dikî û paşê jî bi r'ûmetê min qebûl dikî.

[25] K'î min heye li e'zmên? Li ser e'rdê jî pêştirî Te tiştekî din ez naxwazim.

[26] Heger beden û dilê min bih'elin, lê belê Xwedê ye sik'ana dilê min û h'eta-h'etayê p'ara min.

[27] R'astî ewêd Te dihêlin, unda dibin, Tê k'oka wan h'emûya bînî, yêd ku hindava Teda bêe'sil in.

[28] Lê bona min qenc e, nêzîkî Xwedê bim, min gumana xwe daye li ser Xudan Xwedê, wekî h'emû kirinêd Te bikime dengî.

Zebûr — Chapters