Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 82

Listen to this chapter • 0:52

[1] Xwedê dîwangeha xwedêyada sekinî, ser îşê xwedêyada nihêr'î:

[2] «H'eta k'engê hûnê bi ner'astîyê dîwanê bikin û pişta nep'aka bigirin? (Sela)

[3] Heqîyê li belengaz û sêwîya bikin, hindava feqîr û k'esîbda ser r'astîyê bin.

[4] K'esîb û belengaza azad kin, ji destê nep'aka xilaz kin».

[5] Lê ew nizanin û fe'm nakin, şûna r'eşva diçin û h'emû h'îmêd dinê dih'ejin.

[6] Min got: «Hûn xwedê ne û h'emû jî ewledêd Yê Herî Jorin in ,

[7] lê belê mîna merîya hûnê bimirin, mîna serwêrekî hûnê bik'evin».

[8] R'abe Xwedêyo, dîwana dinê bike, çimkî h'emû milet jî warê Te ne.

Zebûr — Chapters