Zebûr 115
[1] Ne ku me Xudan, ne ku me, lê r'ûmetê bide navê Xwe, bona h'ub û aminîya Xwe.
[2] Çima p'ûtp'arist bêjin: «K'anê Xwedêyê wan?»
[3] Xwedêyê me li e'zmên e, Ew çi dixwaze wê jî dike.
[4] Lê p'ûtêd wan zêr' û zîv in, kirêd destêd mêriv in.
[5] Devê wan hene nak'êlimin, ç'e'vêd wan hene nabînin,
[6] guhê wan hene nabihên, pozê wan hene bînê hilnadin.
[7] Destêd wan hene nap'elînin, nigêd wan hene ew nager'in û ji gewrîya xwe deng dernaxin.
[8] Yêd wan çêdikin wê bibine mîna wan û usa jî h'emûyêd ku wanda guman in.
[9] Gelî Îsraêlîya! Xudanda guman bin, Ew e k'omekdar û mert'ala we.
[10] Mala Harûn! Xudanda guman be, Ew e k'omekdar û mert'ala we.
[11] Gelî Xwedêxofa! Xudanda guman bin, Ew e k'omekdar û mert'ala we.
[12] Xudan me bîr tîne û me pîroz dike, wê mala Îsraêl pîroz ke, wê mala Harûn pîroz ke,
[13] wê xwedêxofa pîroz ke, biç'ûka jî t'evî mezina.
[14] Bira Xudan we zêde ke, we û ewledêd weva.
[15] Dua li we be ji Xudan, e'firandarê e'rd û e'zman.
[16] E'zman e'zmanêd Xudan in, lê e'rd Wî da merivayê.
[17] Mirî pesinê Xudan nadin, k'îjan ku li warê ker' û lal in.
[18] Lê emê pesinê Xudan bidin, ji nihava h'eta-h'etayê. Halêlûya!