Zebûr 143
[1] Ya Xudan, duayê min bibihê! Guh bide hêwarza min, bi heqî û aminîya Xwe caba min bide.
[2] Qûlê Xwer'a nek'eve de'wê, çimkî t'u bendeyê ber Te r'ast derneyê .
[3] Dijmin pey min k'et, e'mirê min p'êpes kir, ez avîtime te'rîstanîyê, ez bûme mîna yê zûva mirî.
[4] R'uh'ê min minda temirî, dil nav minda r'icifî,
[5] R'ojêd bihurî ez bîr tînim, ser h'emû kirinêd Te difikirim, ser kirêd destê Te ez k'ûr dibim.
[6] Destê xwe dirêjî Te dikim, çawa e'rdê ziha hîvîya avê ye, nefsa min jî t'îyê Te ye. (Sela)
[7] Caba min zû bide, Xudano, r'uh'ê min tê serê pozê min, r'ûyê Xwe ji min veneşêre, ku nebime mîna yêd dik'evine gor'ê.
[8] Serê sibê h'uba Xwe min bide bihîstinê, çimkî min gumana xwe danîye li ser Te. R'îya ku ezê têda her'im, nîşanî min ke, çimkî nefsa xwe ber bi Te bilind dikim.
[9] Xudano, min ji neyara xwey ke, min e'mirê xwe spartîye Te.
[10] Min hîn ke, ku e'mirê Te biqedînim, çimkî Tu Xwedêyê min î, bira R'uh'ê Teyî qenc r'êberê min be min bibe e'rdê mêrg û çîman.
[11] Bona xatirê navê Xwe, e'mir bide min, Xudano, bona xatirê heqîya Xwe, min ji tengasîyê derxe.
[12] Bi h'uba Xwe neyarêd min gever ke unda ke wan yêd tengasîyê didine min, çimkî ez im xulamê Te.