Zebûr 34
[1] Her gav pesinê Xudan ezê bidim, şikirdayîn wê ji zarê min kêm nebe.
[2] Nefsa min pê Xudan difir'e, bira yêd milûk bibihên û şa bin.
[3] T'evî min Xudan mezin kin, em t'evayî navê Xudan bilind kin.
[4] Ez Xudan ger'îyam û Ewî caba min da, ez ji h'emû xof-tirsa xilaz kirim.
[5] Yêd ku Wî dinihêr'in dibiriqin, û r'ûyêd wanê şerma sor nebin.
[6] Evî feqîrî kire gazî, Xudan bihîst û ew ji h'emû tengasîyêd wî xilaz kir.
[7] Milyak'etê Xudan t'evî xofk'êşêd Wî ye, pişta wan digire û wan xilaz dike.
[8] Te'm kin û bizanibin ku Xudan ça qenc e! Xwezî wî merivî, yê ku xwe daye bin sîya Wî.
[9] Ji Xudan bitirsin gelî pîrozêd Wî, çimkî xofk'êşêd Wîyê h'ewcê tiştekî nîbin.
[10] Cewrikêd şêra bir'çî û muh'tac dibin, lê ewêd li Xudan diger'in, kêmasîya t'u qencîyê nabînin.
[11] Werin lawo, guh bidine min, xofa Xudan ez we hîn kim.
[12] K'î dixwaze ku xweş bijî, gelek r'oja ew bibîne?
[13] Bira zimanê xwe ji xirabîyê xwey ke zarê xwe jî ji derewîyê.
[14] Ji xirabîyê veger'e, qencîyê bike, e'dilayê biger'e û li pey wê her'e.
[15] Ç'e'vê Xudan li ser r'asta ye û guhê Wî li ser hewar-gazîya wan e.
[16] Berê Xudan miqabilî xiraba ye, ku bîranîna wan ji dinê bide hildanê .
[17] Yêd r'ast gazî dikin, Xudan dibihê û wan ji h'emû tengasîya xilaz dike.
[18] Xudan nêzîkî dilşkestîya ye û me'rim-belengaza didebirîne.
[19] Tengasîyêd yê r'ast gelek in, lê Xudan ji h'emûya xilaz dike.
[20] Xudan her hestûyêd wî xwey dike, ku ji wan yek jî neşkê .
[21] Xirabîyê xiraba bikuje û dîwana peyk'etîyêd r'asta wê bibe.
[22] Xudan nefsa xulamêd Xwe xilaz dike û dîwana ewêd ku xwe dane bin sîya Wî nabe .