Zebûr 85
[1] Ya Xudan, Te welatê Xwe zûva begem kiribû, Aqûb ji sirgûnîyê veger'andibû.
[2] Neheqîya miletê Xwe baxşandibû û h'emû guneyêd wan afû kiribû. (Sela)
[3] Te h'emû xezeba Xwe dabû hildanê, ji hêrsa Xweye zor paşda sekinîbûyî.
[4] De niha dîsa çerxa me r'ast ke, Xwedêyê azadîya me, ji wê hêrsa Xweye ser me, paşda bisekine.
[5] Gelo Tê h'eta-h'etayê hêrsa Xwe li me r'akî û Tê k'înê qur'ne-qur'ne mer'a bajoyî?
[6] Gelo Tê dîsa jîyana nû nedî me, ku cime'ta Te pê Te şa be?
[7] Tu h'uba amin nîşanî me ke, Xudano, azadîya Xwe bide me.
[8] Hela ez bibihêm Xudan Xwedê çi dibêje. Ewê xêr-xweşîyê bêje cime't û aminêd Xwe, lê bira îdî nek'evine nava bêaqilîyê.
[9] R'ast azadîya Wî nêzîkî wan e k'îjan ku ji Wî ditirsin, ku e'rd r'ûmeta Wîva t'ijî be.
[10] H'ub û aminîyê r'astî hev bên, r'astî û e'dilayîyê li hev r'amûsin.
[11] Aminîyê ji e'rdê jêr derk'eve û r'astîyê ji e'zmên jorda binihêr'e.
[12] Xudanê qencîyê bike û e'rdê meyê deremeta xwe bide.
[13] R'astî wê her'e pêşîya Wî û r'ê r'ast ke bona Wî.