Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 100

Listen to this chapter • 0:42

[1] Ber bi Xudan dengê xwe hildin, t'emamîya dinyayê!

[2] Bi şabûnê Xudan bih'ebînin, dengê xwe hildin werine h'izûrê.

[3] Bizanibin ku Xudan e Xwedê, Ewî em xuliqandin, em milk'ê Wî ne, em cime'ta Wî û pezê mêrga Wî ne.

[4] Bi şikirdarîyê bik'evine dergehêd Wî û bi pesindayînê h'ewşêd Wî. Şikirdar bin û pesinê navê Wî bidin.

[5] Çimkî Xudan qenc e, h'uba Wî h'eta-h'etayê ye û aminîya Wî jî qur'ne-qur'ne ye.

Zebûr — Chapters