Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 106

Listen to this chapter • 5:07

[1] Halêlûya! R'azî bin ji Xudan, çimkî Ew qenc e, çimkî h'uba Wî h'eta-h'etayê ye.

[2] K'î wê salix ke kirêd Xudane mezin, k'î wê e'lam ke h'emû pesinê Wî?

[3] Xwezî li wan ku heqîyê xwey dikin û her gav xwe r'astîyê digirin!

[4] Min bîr bîne, ya Xudan, gava qencîyê li cime'ta Xwe bikî. Berê xwe bide min gava Tu wan xilaz kî,

[5] wekî xweşîya bijartîyêd Te bibînim, pê şabûna miletê Te şa bim û pê warê Te bifir'im.

[6] Me kal û bavêd xweva gune kirin, bêolîtî qedandin, nep'akî kirin.

[7] Kal û bavêd me Misirêda k'eremetêd Te fe'm nekirin, h'uba Teye mezin bîr neanîn, lê serî hildan li ber be'rê, ber Be'ra Sor.

[8] Lê Wî bona navê Xwe ew xilaz kirin, wekî qewata Xweye mezin bide k'ifşê.

[9] Be'ra Sor hilat ew miç'iqî, k'ûrayêva ew derbaz kirin, çawa bestêva.

[10] Ji destê p'eyk'etî xilaz kirin, ew azad kirin ji destê neyar.

[11] Avê neyarêd wan nixamtin û t'u kes ji wan nema.

[12] Hingê bawerîya xwe sozê Wî anîn û eşqî navê Wî stiran.

[13] Lê belê zûtirê kirêd Wî bîr kirin, ew hîvîya şîretêd Wî neman.

[14] Ber'îyêda gelekî temsistî kirin û Xwedê cêr'ibandin li çol bestêda.

[15] Xwestinêd wan Ewî da wan, nexweşî jî şande ser wan.

[16] Gava zomêda h'evsûdî kirin, avîtine Mûsa û Harûn pîrozêd Xudan.

[17] E'rd vebû Dat'an daqurtand û civata Avîram nixamt.

[18] Agir alav da civata wan, alavê nep'ak şewitandin.

[19] Golik çêkirin H'orêbêda, ber sûretê r'okirî serê xwe danîn.

[20] Xwedêyê r'ûmeta xwe dilqê golikê gîhaxurr'a guhêr'în.

[21] Wan bîr kirin xilazkir Xwedêyê xwe, ku kirêd mezin Misirêda kirine,

[22] usa jî k'eremet welatê Hamda, tiştêd nebûyî li devê Be'ra Sor.

[23] Hingê got ku Ew gerekê wan unda ke, heger bijartîyê Wî Mûsa nava wanda li ber Wî nesekinîya, hêrsa Wî nedabûya danînê, ku qir'a wan neanîya.

[24] Wana welatê havijî bêr'ûmet kirin, bawarîya xwe sozê Wî neanîn.

[25] Konada bîna xwe teng kirin, guhdarîya dengê Xudan nekirin.

[26] Hingê Ewî bi sond destê Xwe bilind kir, ku ber'îyêda wan unda ke.

[27] Zur'eta wan nav mileta bela ke, welatada t'ûr'-t'ûr'î ke.

[28] Hingê wan xwe li Bae'l-P'ihor girtin û qurbanêd mirîyar'a dayî xwarin,

[29] bi kirêd xwe Xudan hêrs xistin û nexweşîya h'al gihîşte wan.

[30] Hingê Pînhas k'ete xîretê û nexweşîya h'al sekinî.

[31] Ev yek wîr'a r'astî hate h'esabê, qur'ne-qur'ne, h'eta-h'etayê.

[32] Wan Xudan hêrs xistin li ber avêd Mêrîbanê, r'ûyê wanda serê Mûsa berjêr bû.

[33] Wana dilê wî êşandin û wî bi devê xwe zêdezimanî kir.

[34] Miletêd mayîn qir' nekirin, çawa ku Xudan gotibû wan,

[35] lê ew t'evî p'ûtp'arista bûn û hînî kirêd wana bûn.

[36] Xulamtî p'ûtêd wanar'a kirin û ew bûne bela serê wan.

[37] Kur' û qîzêd xwe kirine qurban cinar'a,

[38] xûna bêsûc r'êtin, xûna kur' û qîzêd xwe, ku p'ûtêd Kenanar'a kirine qurban û bi xûnê e'rd h'er'imandin.

[39] Bi şixulêd xwe lewit'în û bi kirêd xwe qavî kirin.

[40] Awa hêrsa Xudan li cime'ta Wî r'abû û ji warê Xwe Ew zivêr bû.

[41] Ew dane destê mileta, neyara h'ukumî ser wan kir.

[42] Dijmina tengasî dane wan û ew tewîyan bin destê wan.

[43] Gelek cara Xudan ew xilaz kirin, lê ew r'aberî Wî dibûn, ji dest neheqîyêd xwe ew bêr'ûmet bûn.

[44] Lê Ewî dîsa ser tengasîya wanda nihêr'î, gava zarînîya wan Ewî bihîst.

[45] Û bîr anî peymana Xweye t'evî wan, anegorî h'uba Xweye mezin li wan veger'îya.

[46] Xwedê kir ku hêsîrkirêd wan dilovan bin hindava wan.

[47] Me xilaz ke, Xudano, Xwedêyê me û ji nav mileta me t'op ke, wekî şikirîyê bidine navê Teyî pîroz û bi r'ûmeta Te em bifir'in.

[48] Şikir Xudan Xwedêyê Îsraêlr'a, h'eta-h'etayê! Bira t'emamîya cime'tê bêje: «Amîn!» Halêlûya!

Zebûr — Chapters