Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 109

Listen to this chapter • 3:31

[1] Xwedêyê şikirdarîyê didim! Xwe ker' neke.

[2] Çimkî devê nep'ak û mixeneta ser min vebûne, bi zimanê derew xeyba min dikin.

[3] Bi gotinêd jenandinê dora min digirin, cîyê amî-t'am qir'ka min digirin.

[4] Ji ber h'izkirina minva şikîyatê min dikin, lê ez bona wan dua dikim.

[5] Ji ber qencîyêva xirabîyê li min dikin, ji ber h'izkirina minva ew dijenin.

[6] Nep'akekî ser wîr'a Tu k'ifş ke, bira şikîyatkir li milê wîyî r'astê bisene.

[7] Gava bê li ber dîwanê, bira ew gunek'ar derê û duayê wî jî gunekirin bê h'esabê.

[8] Bira r'ojêd wî kin bin û qulixê wî yekî din bistîne .

[9] Bira zar'êd wî sêwî bimînin û jina wî jî jinebî.

[10] De bira zar'êd wî dero-der bin û p'ars kin, ji malêd wane xirabe berî wan din .

[11] Bira xweyê deyn t'emamîya hebûka wî jê bistîne û yêd xerîb k'eda wî t'alan kin.

[12] Bira dilê kesekî li wî neşewite û gunê kesekî li sêwîyêd wî neyê.

[13] Bira t'ûr'a wî bê bir'înê, navê wî nisilê dinda bê hildanê.

[14] Bira bêolîtîya kal-bavêd wî li ber Xudan bê bîranînê û guneyê dîya wî neyê r'esîtkirinê.

[15] Bira her t'im li ber ç'e'vê Xudan bin û Ew bîranîna wan ji dinê bide hildanê.

[16] Çimkî nekire bîra xwe ku r'e'mê bike, lê ew pey merivê belengaz, k'esîb û xweyê dilê k'eser k'et ku wî bikuje.

[17] Ewî nifir' h'iz kir, bira nifir' ser wîda bê, dua-dirozge nexwest, bira ew jê dûr k'eve.

[18] Nifir' mîna k'incekê li xwe kir, de bira ew nifir' mîna avê her'e nav-dil û mîna bizir bik'eve hestûyêd wî.

[19] Bira bibe mîna k'inca wîye xwekirinê û mîna benpişta wîye ku her t'im girê dide.

[20] De bira ev be heqê şikîyatkirêd min alîyê Xudanda, ku bona nefsa min xirab xeber didin!

[21] Lê belê Tu, Xweyî, Xudan, bona xatirê navê Xwe alîk'arîyê li min bike li gora qencî û aminîya Xwe min xilaz ke.

[22] Çimkî ez belengaz û feqîr im, dilê xweda birîndar im.

[23] Ez mîna sîya êvarê derbaz bûm çûm, mîna kulîya hatime dawşandinê.

[24] Ji dest r'ojîya ez qudûm k'etim û qalibê min ji h'edemê xwe h'elîya maşîya.

[25] Ez bûme pêk'enîyê şikîyatkirêd xwe, min dibînin serê xwe dih'ejînin .

[26] Alî min bike, Xudan, Xwedêyê min, min xilaz ke anegorî h'uba Xweye amin.

[27] Bira bizanibin ku eva ji destê Te ye û van yeka Tu, Xudan dikî.

[28] Evana bira nifir'a bikin, lê Tê dua li min bikî, gava ew h'icûmî li ser min bikin, bira ew şermî bin, lê xulamê Te bira şa be.

[29] Bira qarada bimînin şikîyatkirêd min û r'obetîya wan mîna k'inca li ser wan be.

[30] Ezê gelekî bi devê xwe şikirîyê bidime Xudan û nava gelekada ezê pesinê Wî bidim.

[31] Çimkî Ew li milê k'esîbîyî r'astê disene, wekî wî ji lomek'ara xilaz ke.

Zebûr — Chapters