Zebûr 7
[1] Xudan, Xwedê min! Min xwe daye bin sîya Te. Ji peyk'etîyêd min, min xilaz ke û azad ke.
[2] Yan na ewê mîna şêra min bidir'înin û vejenin azadkirê minê t'une bin.
[3] Xudano, Xwedê min! Heger min tiştek kirîye, yan destê minda neheqî heye,
[4] yan min neheqî xêrxwazr'a kirîye, cîyê heqî-neheq dijminê xwe şêlandîye,
[5] bira dijmin pey min k'eve min bigire û e'mirê min li ser dinê p'êpes ke, r'ûmeta min jî ax-xalîyêda betal ke. (Sela)
[6] De r'abe Xudano, bi hêrsa Xwe, ber gef-gur'îya dijminêd min bisene. De h'işyar be hêna minda, Xudano! Ne Te heqî e'mir kirîye?
[7] Bira civîna mileta dora Te bigire, ser wanr'a Xwe bide hêlana jorin.
[8] Xudan ser miletada dinihêr'e. Xudano, Tu heqîyê li min bike, li gora wê r'astî û bêsûcîya min.
[9] Bira xirabîya nep'aka bit'er'ibe, lê yêd sitqê dilê r'ast bişidîne, Tu nêt û dilê min e'nene dikî, Xwedêyê ku li ser r'astîyê yî!
[10] Mert'ala min Xudan e, yê dilê r'ast xilaz dike.
[11] Xwedê h'akimê r'ast e, her r'oj ser nep'aka hêrsk'etî ye.
[12] Heger ew nep'ak veneger'e, Ewê şûrê Xwe bona wî tûj ke, kevanê Xwe saz ke, nîşan bigire.
[13] Ç'ekêd kuştinê wîr'a hazir ke, tîrêd Xwe jî wê bike yêd agirî.
[14] Va, yê neheq ji neheqîyê pê maye, xirabîyêva h'emle ye, derewîyê tîne.
[15] Ç'e'lê dik'ole, ew k'ûr dike, lê xwexa dik'eve wê t'elê.
[16] Xirabîya wî vediger'e serê wî, zulmdarîya wî tê ser qafê wî.
[17] Bona r'astîya Wî, ezê şikirîyê bidime Xudan û bistirêm eşqî navê Xudanê Herî Jorin.