Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 15

Listen to this chapter • 0:51

[1] Xudano! K'î dikare Konê Teda bimîne? K'î wê serê ç'îyayê Teyî pîroz bihêwire?

[2] Ewê ku bê lek'e dimeşe û xwe r'îya heqîyê digire, dilê xweda r'ast difikire,

[3] bi zimanê xwe buxdana nake û xirabîyê t'u kesî nake, cînarê xwe bêhurmet nake .

[4] Merivê xirab ber ç'e'vê wî bêr'ûmet e lê qedirê xwedêxofa bilind digire, ew sond dixwe û sozê xwe diqedîne,

[5] p'erêd xwe bi selef nade, ji ber bêsûcva r'uşetê hilnade. K'î van dike, t'u car ewê nelik'ume.

Zebûr — Chapters