Zebûr 17
[1] Ser heqîyêda binihêr', ya Xudan, dîna Xwe bide zarînîya min û guh bide duayê min, xêlif dernayê ji devê min.
[2] Bira r'ûspîtîya min ji dîndara Te be, bira ç'e'vê Te ser r'astîyê be.
[3] Te dilê min cêr'iband, şev jî serîk li min da, Te ez e'nene kirim, nedîtim tiştekî xirabda, min ad kirîye, xirabî t'unebe devê minda.
[4] Weke gotinêd devê Te, bona kirinêd merivayê, h'evza xwe dikim ji zulmk'arîyê.
[5] Gavêd min şidîyayî ne şiver'îyêd Teda û nigêd min neşimitîn ji nav wanda.
[6] Min Te kir gazî, Xwedêyo, Tê cabê bidî û guh bidî min, gotinêd min bibihêyî.
[7] R'e'ma Xweye h'ujmek'ar e'yan bikî û Tê bi destê Xweyî r'astê bikî, ku spartîyêd Xwe ji neyar xilaz bikî.
[8] Mîna r'onayîya ç'e'va Tu min xwey ke, bin sîya p'er'ê Xweda min binixême,
[9] ji ber ç'e'vêd wan nep'akêd min dişêlînin, ji wan xûnxurêd ku dora min digirin.
[10] Van bez girtîye, bê îsaf bûne , bi devê xwe xeberada berzeq bûne.
[11] P'ê-p'ê pey min in, va ye dora min in, ç'e'vê wan li ser min e, ku min e'rdê xin.
[12] Ewe mîna şêrê dike ku bidir'îne, mîna cewrikê şêrayî ku xwe ditelîne.
[13] R'abe Xudan, pêşîya wan Tu bigire û dever'ûya Tu wan bîne, pê şûrê Xwe ji yêd nep'ak min xilaz ke,
[14] pê destê Xwe, Xudano, min ji meriva xilaz ke, ji wan merivêd vê dinê, p'ara k'îjana ev e'mir e, ku zikê wan xezebêd Xweva Tu dadigirî, ku ç'e'v li wan dibijiqin û zar'êd wan pê t'êr in, bermayî jî zar'ê zar'êd xwer'a dihêlin.
[15] Lê belê ezê r'ûkî r'ûspî dîndara Te binihêr'im, gava h'işyar bim, nûr-nedera Te ezê t'êr bim.