Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 77

Listen to this chapter • 1:57

[1] Dengê min berbi Xwedê ye, ez dikim gazî, dengê min berbi Xwedê ye, wekî Ew dengê min bibihê.

[2] Oxirmêd giranda ez li Xudan diger'im. Destê min berbir'îkirî ye û sist nabe, nefsa min naxwaze baristan be.

[3] Xudan bîr tînim axîn dikim, difikirim r'uh'ê xweda dikim ne'lîn. (Sela)

[4] Te nehişt ç'e'vê min bêne ser hev, dilê min kul e nikarim xeber dim.

[5] R'ojêd bihurî ez bîr tînim û wan salêd wî zemanî.

[6] Şevê bîr tînim stirana xwe, dilê xwer'a xeber didim û k'ûr û dûr difikirim.

[7] Gelo Xudan îdî pişt daye? Ewê îdî xweşîyê neke?

[8] Gelo h'uba Wî lap hatîye hildan? Sozê Wî kêm bûye qur'ne-qur'ne?

[9] Gelo Xwedê bîr kir dilovanî? Gelo bi hêrsê r'e'ma Xwe da bir'înê? (Sela)

[10] Lê belê dibêjim: «Eva kula min e, Yê Herî Jorin pişt minda kirîye».

[11] Kirêd Xudan ezê bîr bînim, belê k'eremetêd Teye berê bîr nakim.

[12] Ezê h'emû kirêd Teda k'ûr bibim û li ser k'arêd Te bifikirim.

[13] Xwedêyo, r'îya Te pîroz e! Mîna Xwedê, xwedêyê mezin k'î ye?

[14] Tu yî Xwedêyê ku k'eremeta dikî, qewata Xwe nava miletada Te da k'ifşê.

[15] Te cime'ta Xwe xilaz kir, pê zenda Xwe zar'êd Aqûb û Ûsiv. (Sela)

[16] Ava Tu dîtin, Xwedêyo, ava Tu dîtin, lerizîn û r'icafê bêbinîya girt.

[17] E'wra av r'ijandin, e'zmana jî deng derxistin û tîrêd Te derbaz bûn çûn.

[18] Dengê qir'ç'înîyê nav bobelîskê, birqvedana Te kir dinya r'onî, e'rdê kire xirmîn û lerizî.

[19] R'îya Te be'rêda bû, şiver'îyêd Te avêd mezinda, lê p'êgeha Te nehate k'ifşê.

[20] Mîna kerê pêz r'êberîya cime'ta Xwe kir, bi destê Mûsa û Harûn.

Zebûr — Chapters