Zebûr 27
[1] Xudan e r'onaîya min û xilazbûna min! Ezê ji k'ê bitirsim? Xudan e qesira jîyana min! Ezê ji k'ê bir'icifim?
[2] Gava xirab h'icûmî ser min dikin, ku canîya min h'ûfî xwe kin, hingê peyk'etî û neyarêd min, xwexa dilik'umin û dik'evin.
[3] Heger ordîk r'abe ber min, wê netirse qet dilê min. Heger şêr'r'a bêne ser min, wê dîsa unda nebe gumana min.
[4] Tiştekî ji Xudan ez dixwazim û ez h'eyra vê yekêda me, t'emamîya r'ojêd e'mirê xweda, Xana Xudanda ez bimînim, ji dîndara Wî ez t'êr nebim û h'eyra P'aristgeha Wîda bim.
[5] Wê r'ojêd oxirmê giranda, Ewê min veşêre çardaxa Xweda, k'ûrayîya konda min binixême û min bilind ke, bide ser qeyê.
[6] Lê niha serê minê bilind be, ber wan neyarêd dora min girtine, Konê Wîda ezê bi dengê eşqê qurbana bidim, ezê bistirêm û miqama Xudanr'a lê xim.
[7] Xudano, bibihê dengê evê gazîya min, r'e'mê bike û bide Tu vê caba min.
[8] Dilê min boy Te dibêje: «De tu r'ûyê Wî biger'e». Va ye Xudan, ez jî r'ûyê Te diger'im.
[9] R'ûyê Xwe Tu ji min veneşêre. Bi hêrsê berî xulamê Xwe nede. Piştovanê min Tu bûyî, pişt nede min, min nehêle, Xudan, Xilazkirê min!
[10] Heger dîya min û bavê min, ew dest ji min bik'işînin, lê Xudan wê qebûl ke min.
[11] R'îya Xwe Xudan, min hîn ke, dijminêd minr'a e'ynat ke, şiver'îya r'astda min xwey ke.
[12] Destê neyarva ber'nede min, ku şe'dêd derew r'adibin ber min û gef û gur'îyê hûyî min dikin.
[13] Lê ez bawer im, e'rdê zêndîyada qencîya Xudan ezê bibînim.
[14] Xudanda guman be! Serxwe û dilteyax be! Xudanda guman be!