Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 112

Listen to this chapter • 1:20

[1] Halêlûya! Xwezî li wî bendeyî, ku ji Xudan xof dike û t'emîyêd Wî gelekî begem dike.

[2] Zur'eta wîyê li ser e'rdê serxwe be, duayê li bereka r'asta be.

[3] Mala wîyê hebûkêda xinê be, r'astîya wîyê h'eta-h'etayê bimîne.

[4] Te'rîyêda r'onayî dertê ser r'asta, ewana r'e'm, amin û dilşewat in.

[5] Merivê qenc r'e'mê dike û deyn dide, h'emû k'arê xwe bi heqîyê mîyaser dike.

[6] Çimkî r'astê t'u car nalik'ume, navê wîyê h'eta-h'etayê bimîne.

[7] Ew ji deng-be'sê xirab natirse, dilê wî şidîyayî ye, Xudanda guman e.

[8] Dilda qewîn e, ew natirse, yeke wê bela neyarêd xwe bibîne.

[9] Ew bela dike û dide feqîr-belengaza, r'astîya wîyê bimîne h'eta-h'etayê , strûyê wîyê bi r'ûmet bilind be.

[10] Nep'akê vê yekê bibîne û hêrs k'eve, dirana biç'ir'ikîne û bih'ele, meremê nep'aka wê bit'er'ibe .

Zebûr — Chapters