Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 13

Listen to this chapter • 0:54

[1] Xudano, h'eta k'engê Tê min lap bîr bikî? H'eta k'engê Tê r'ûyê Xwe ji min veşêrî?

[2] H'eta k'engê ezê bine'lim, her r'oj dilda derd û kul bim? H'eta k'engê ber neyar ezê nimiz bim?

[3] Binihêr', caba min bide, Xudan, Xwedêyê min! R'onayîyê bide ber ç'e'vê min, ku nek'evime xewa mirinê

[4] û dijmin nebêje: «Ez ser wî k'etim», xêrnexwaz şa nebe, gava ez bik'evim.

[5] Min xwe spartîye aminîya Te, dilê minê şa be, bi xilazkirina Te.

[6] Ezê bistirêm eşqî Xudane, bona qencîya ku li min kirîye.

Zebûr — Chapters