Zebûr 19
[1] E'zman bona r'ûmeta Xwedê dibêjin, e'rşê e'zmên şixulêd destê Wî k'ifş dikin.
[2] R'oj r'ojêr'a xeberê dibêje, şev şevêr'a zanebûnê vedike.
[3] Ziman t'une, gotin t'une, dengê wana nayê bihîstinê,
[4] lê şe'detîya wan bela dibe t'emamîya e'rdê û gotinêd wan digihîjine serê dinê . Xwedê e'zmênda bona te'vê konek vegirt,
[5] mîna ze'vayê ji bin p'er'dê ku dertê, mîna mêrxasê ku pê r'eva xwe şa ye.
[6] Ew ji alîkî e'zmên dertê, diçe h'eta alîyê dinê û ji germa wê t'u tişt nayê veşartinê.
[7] Hînkirina Xudan k'amil e, mêriv ew nûyejîyîn dike. T'emîyêd Xudan bêxêlif in, sadeya ew serwaxt dikin.
[8] Qanûnêd Xudan r'ast in, dilê mêriv şa dikin. Fermanêd Xudan zelal in, ç'e'vêd mêriv r'onayî dikin.
[9] Xofa Xudan xalis e, h'eta-h'etayê dimîne. Qirarêd Xudan heq in, t'emamîya xweva ew r'ast in.
[10] Ewe hê havijî ne, ne ku zêr', ne ku ew zêr'ê herî safî, ji hingiv û hingivê şimê şîrintir in.
[11] Xulamê Te pê wan tê xweykirinê, yê pêk tîne, xelata wî p'ir' mezin e.
[12] K'î dikare şaşîyêd xwe nas ke? Ji guneyêd veşartî Tu min paqij ke,
[13] ji k'ubarîyê xulamê Xwe xwey ke, bira ew h'ukumî li ser min nekin. Hingê ezê bêlek'e bim, ji neheqîyêd mezin ezê paqij bim.
[14] Bira gotinêd devê min û ew fikirêd dilê min li ber Te bêne qebûlkirin, Xudanê Qeyayê min û Azadkirê min.