Zebûr 59
[1] Min xilaz ke ji dijminêd min, Xwedêyê min! Min xwey ke ji yêd miqabilî min.
[2] Min xilaz ke ji bêolkira, min azad ke ji xûnxura.
[3] Çimkî va ye, xwe li min telandine, zordar miqabilî min civîyane, lê Xudan ne bona gune û xirabîyêd min,
[4] cîyê heqî-neheq ser minda digirin, k'arê xwe dikin. R'abe hewara min û dîna Xwe bidê.
[5] Tu Xudan, Xwedêyê Ordîya, Xwedêyê Îsraêl, r'abe dîwana h'emû mileta bike, yêd nep'ake xayîn neyê r'e'mê. (Sela)
[6] Êvarê ew vediger'in, mîna kûç'ika dikine gir'e-mir' û dor bajêr ew diger'in.
[7] Binihêr'e ew devê xwe çawa vedikin, lêvêd wanda şûr hene, «K'î wê bibihê?» ew dibêjin.
[8] Lê Tu Xudan, ser wan dik'enî, h'emû p'ûtp'arista dikî pêk'enî.
[9] Ez dîna xwe didime Te, qewata min, çimkî Xwedê ye kela min.
[10] Xwedêyê bi h'uba Xwe minr'a bigihîne, Xwedê wê dilê min ser dijmin şa ke.
[11] Wan nekuje, ku cime'ta min bîr neke, bi qewata Xwe wan bela-belayî ke, dever'ûya bavêje, ya Xudan, mert'ala me.
[12] De bira ew bona guneyê devê xwe û xebera lêvê xwe, k'ubarîya xweda bêne girtinê, bona wan nifir'a û derewêd ku ew dikin.
[13] Wan gever ke Tu pê hêrsê, wan gever ke, ku k'ok lê bên. Bira t'emamîya dinê bizanibe, ku Xwedê xweyîtîyê Aqûb dike. (Sela)
[14] Êvarê ew vediger'in, mîna kûç'ika dikin mir'în û dor bajêr ew diger'in.
[15] Bona xurek ew diger'in ku nabînin, dikin kastîn.
[16] Lê belêezê , pesinê qewata Te bidim û sibehê eşqî h'uba Te bistirêm, çimkî Te xweyîtî li min kir, r'ojêd tengasîyêda minr'a bûyî sit'ar.
[17] Qewata min! Eşqî Te ezê bistirêm, çimkî Xwedê ye kela min, Xwedê ye xweyê h'uba amin.