Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 80

Listen to this chapter • 1:54

[1] Şivanê Îsraêlê, guh bide, Tu mîna kerê pêz r'êberîya Ûsiv dikî! Yê ser xêrûba r'ûniştî, Tu gul didî,

[2] bona Efrayîm, Benyamîn û Minaşe. Qewata Xwe Tu k'ifş ke, Xwe mer'a bigihîne me xilaz ke.

[3] Xwedêyo, çerxa me dîsa r'ast ke, sifetê Xwe gul de, emê bijîn.

[4] Xudan Xwedêyê Ordîya, h'eta k'engê Tê hêrs k'evî li ser duayê cime'ta Xwe?

[5] Nanê hêsira li wan didî xwarinê, bê çap hêsira wan didî vexwarinê.

[6] Te em kirine benûştê devê cînara û pêk'enîyêd nava neyara.

[7] Xwedêyê Ordîya! Çerxa me r'ast ke, sifetê Xwe gul de, emê bijîn.

[8] K'oleke tirîyê Te ji Misirê cîguhastî kir, milet r'akirin, ew k'ol daç'ikand.

[9] Te bona wê cî hazir kir, r'awê wê şidand, ewê e'rd t'ijî kir.

[10] Ç'îya pê sîya wê hatine nixamtinê, ç'iqilêd wê darêd erzêye bilind jî.

[11] Ç'iqilêd wê dirêj kir h'eta be'rê û şîvêd wê h'eta ç'emê Firatê.

[12] Te çima xirab kir sûra wê, ku her r'êwî diçine tirîyê wê,

[13] berazêd daristên xirab dikin, h'eywanêd çolê wan dixwin.

[14] Xwedêyê Ordîya, li me veger'e! Dîna Xwe bidê û bibîne, vê k'ola tirîyê Tu xwey ke,

[15] Te bi destê Xweyî r'astê daç'ikand şîvê ku Te bona Xwe qewîn-qedîm kir.

[16] Agir pêk'etîye hatîye bir'înê, ji dest wê hilatina Te unda dibe.

[17] Bira destê Te ser mêrê milê Teyî r'astê be, ser wî merivê ku Te bona Xwe qewat kir.

[18] Emê îdî ji Te dûr nek'evin, me sax ke û emê gazî navê Te kin.

[19] Xudan, Xwedêyê Ordîya! Çerxa me dîsa r'ast ke, sifetê Xwe gul de, emê bijîn!

Zebûr — Chapters