Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 148

Listen to this chapter • 1:27

[1] Halêlûya! Şikirîyê bidine Xudan, ji e'zmên, şikirîyê bidine Wî, jor ji bilindayê.

[2] Şikirîyê bidine Wî, h'emû milyak'etêd Wî, şikirîyê bidine Wî, h'emû ordîyêd Wî.

[3] Şikirîyê bidine Wî, hîv û r'o, şikirîyê bidine Wî, h'emû steyrkêd birqok.

[4] Şikirîyê bidine Wî, e'zmanê e'zmana û usa jî avêd fêza e'zmanada.

[5] Bira evana şikirîyê bidine navê Xudan, çimkî Ewî e'mir kir û ew e'firîn.

[6] Evana h'eta-h'etayê dane t'estîq kirin, qeyde-qanûn danîn, ku nayê t'er'ibandin.

[7] Şikirîyê bidine Xudan ji e'rdê, h'emû zîyayêd be'rê û k'ûrayî,

[8] agir û teyrok, berf û dûman, bayê bobelîsk, ku gotina Wî dike,

[9] ç'îya û h'emû t'ap û gir, darêd xweyîber û h'emû erz,

[10] de've û h'emû h'eywan, şûlikî û h'emû teyrede,

[11] p'adşayêd dinyayê û h'emû milet, serwêr û h'emû r'êberêd dinê,

[12] xort û qîz, ahil û cahil.

[13] Bira h'emû şikirîyê bidine navê Xudan, çimkî her t'enê navê Wî bilind e, r'ûmeta Wî ji e'rd û e'zmên bilindtir e.

[14] Ewî strûyê cime'ta Xwe bilind kir, r'ûmeta h'emû aminêd Xwe, lawêd Îsraêl û cime'ta Xweye delalî. Halêlûya!

Zebûr — Chapters