Zebûr 79
[1] Xwedê! P'ûtp'arist k'etine cî-warê Te, h'er'imandin P'aristgeha Teye pîroz, Orşelîm kirine xirabe.
[2] Cinyazêd xulamêd Te kirine xurekê teyredêd e'zmên, qalibêd aminêd Te dane r'e'wirêd e'rdê.
[3] Dora Orşelîmê xûna wan r'êtin mîna avê û kes t'une bû ku defin kirana wê gavê.
[4] Em r'ûr'eş bûn ber cînarêd xwe, r'obet û pêk'enî li ber dor-berêd xwe.
[5] H'eta k'engê Xudano, Tê t'imê hêrs k'evî? Xezeba Teyê mîna agir alav bide?
[6] Hêrsê li ser wan miletada bir'êje, yêd ku Te nas nakin û li ser wan p'adşatîya, k'îjan ku gazî navê Te nakin.
[7] Çimkî wana Aqûb xwarin, hêwargeha Wî kirine ax-xwelî.
[8] Neheqîyêd pêşîyêd me neke bîra Xwe, bira r'e'ma Te zûtirekê bigihîje me, çimkî em gelekî me'rim bûne.
[9] Bona xatirê navê Xwe alî me bike, Xwedêyê azadîya me. Bona r'ûmeta navê Xwe me xilaz ke û guneyêd me afû ke.
[10] Çima p'ûtp'arist bêjin: «K'anê Xwedêyê wan?» Bira h'eyfa xûna xulamêd Teye r'ijîyayî, em bibînin ber ç'e'vê xwe, nav p'ûtp'aristada.
[11] Bira zarînîya wan hêsîra bigihîje Te, bi qewata Xweye zor, yêd mirinêr'a dayî xilaz ke.
[12] H'eft car li p'aşila cînarêd me veger'îne wê bêhurmetîya wan, bi k'îjanê Tu bêqedir kirin, Ya Xudan.
[13] Lê belê em cime'ta Te û pezê mêrga Te, emê h'eta-h'etayê şikirîyê bidine Te û qur'ne-qur'ne r'ûmeta Te salix kin bêjin.