Zebûr 81
[1] Bistirên eşqî Xwedê, ku qewata me ye, bi şabûnê Xwedêyê Aqûb bikin gazî.
[2] Miqam xin û defê xin, çengê dengxweş t'evî çengê zîs.
[3] Yekr'ojîya Hîvêda bor'îyê xin, usa jî dema hîv t'emambûnê, li r'oja wê cejina meda .
[4] Çimkî ev yek qanûn e bona Îsraêl, e'mirê Xwedêyê Aqûb e.
[5] Ewî ev yek bona Ûsiv kire qirar, gava ew ji e'rdê Misirê derk'et. Dengek min bihîst ku nas nedikir:
[6] «Min milê te ji bin bar derxist û destê te ji sepetê dane berdan.
[7] Tengasîyêda te gazî Min kir û Min tu xilaz kirî, ji bin qir'ç'înîya e'wra Min caba te da, devê avêd Mêrîbahê tu cêr'ibandî. (Sela)
[8] Bibihê cime'ta Min, Ez ter'a dibêjim, Îsraêl, xwezî tu guhdarîya Min bikî!
[9] Gerekê xwedêyê xerîb nava teda t'une be û xwedêyê xerîb neh'ebînî.
[10] Ez im Xudan Xwedêyê te, ku tu ji welatê Misirê derxistî. Devê xwe r'ind veke Ezê wî dagirim!
[11] Lê cime'ta Min dengê Min nebihîst û Îsraêlê gur'a Min nekir.
[12] Min jî ew dane qelpê dilê wan, ku ew bi fikirêd nav xweda bijîn.
[13] Heger cime'ta Min guhdarîya Min bike û Îsraêl r'îya Minda her'e,
[14] hingê Ezê dijminêd wan zû ta kim û destê Xwe hildime ser zordarêd wan.
[15] Peyk'etîyêd Min wê li ber Min tabin û ser belayê h'eta-h'etayê vebin.
[16] Lê Ezê genimê k'ir'ik te bidime xwarinê û hingivê ji qeyê te bidime t'êrkirinê».