Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 3

Listen to this chapter • 0:56

[1] Ya Xudan! Dijminêd min çiqas zêde bûn! Gelek r'adibin miqabilî min.

[2] Gelek bona min aha dibêjin: «Xilazbûna vî Xwedêda t'une». (Sela)

[3] Lê Tu Xudano, mert'ala min î, r'ûmet û bilindkirê serê min î.

[4] Min deng hilda, li Xudan kir gazî, Ewî cab da ji ç'îyayê Xweyî pîrozî. (Sela)

[5] Ez p'al didim, r'adizêm û r'adibim, çimkî Xudan e xweykirê min.

[6] Ez natirsim ji p'ir'anîya wan meriva, wekî dora min girtine her çar alîyava.

[7] R'abe Xudano! Min xilaz ke, Xwedêyê min! Belê Tê sûretê h'emû neyarêd minda bidêyî û diranêd nep'aka hûrdexweşî kî.

[8] Xilazbûn destê Xudanda ye. Bira duayê Te ser miletê Te be. (Sela)

Zebûr — Chapters