Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 40

Listen to this chapter • 2:28

[1] Ez bi sebirê hîvîya Xudan mam, Wî ser minda nihêr'î û zarînîya min bihîst,

[2] ji wêrana ç'e'lê ez derxistim, ji wê ç'im-ç'ima şile-h'er'î, nigêd min danîne li ser qeyê û gavêd min qedîm kirin.

[3] Stiraneke nû kire devê min, zebûreke eşqî Xwedêyê me. Gelekê bibînin û wê xof kin û xwe bidine bin sîya Xudan.

[4] Xwezî li wî merivî, ku xwe spartîye Xudan, dîna xwe nade yê k'ubar û yêd xwe dane p'ûtêd derew.

[5] Gelek in kirinêd Te, ya Xudan, Xwedêyê min, ew k'eremet û fikirêd Teye li ser me, t'u heyîn t'une mîna Te. Minê ew salix kirana û bikira dengî, lê bêh'esab in, nayêne gotin.

[6] Qurban û dîyarî Te begem nekir, Te guhê min vekir, t'evayîşewat û dîyarîya paqijbûnê Te nexwestin.

[7] Hingê min got: «Va me ez hatim, k'itêba gulomatkda bona min nivîsar e.

[8] Ez dixwazim xwestina Te biqedînim, ya Xwedê û va ye hînkirina Te dilê minda ye» .

[9] Min nava civîna giranda mizgînî da heqîya azadkirina Te e'lam kir. Va ye min lêvêd xwe nedan ser hev, ya Xudan, Tu zanî!

[10] Min heqîya Te dilê xweda veneşart, aminîya Te û xilazkirina Te min salix kir, dilovanî û r'astîya Te min ji civîna giran veneşart.

[11] R'e'ma Xwe, ya Xudan, ji min dûr nexe, bira dilovanî û aminîya Te her gav min xwey kin.

[12] Xirabîya bêh'esab dora min girt, neheqîyêd min xwe minr'a gîhandin, ew ji p'or'ê serê min ze'ftir in, r'îya xwe jî nikarim bibînim, dil jî minva îdî nemaye.

[13] Bike r'isqat , Xudano, min xilaz ke, ya Xudan, zû bike hewara min were.

[14] Bira şermî bin û hevr'a t'evayî bibine r'obet, yêd ku pey min k'etine û mirina min dixwazin. De bira şermî bin, paşda bir'evin, yêd ku xirabîya min dixwazin.

[15] Bira şermîya xweda ew sûcdar bin, yêd ku hûyî min dikin.

[16] H'emûyêd ku li Te diger'in, bira pê Te eşq û şa bin û yêd xilazkirina Te h'iz dikin, «Xudan mezin e!» t'imê bêjin

[17] ezî şkestîyî belengaz im, lê belê bona min Xudan xem dike. Alîk'ar û xilazkirê min Tu yî! Xwedêyê min derengî nek'eve.

Zebûr — Chapters