Zebûr 25
[1] Xudano, ez canîya xwe berbir'î Te dikim.
[2] Xwedêyê min! Ez Teda guman im, bira ez şermî nebim, dijmin dilê xwe li min şa nekin.
[3] Bira yêd Teda guman şermî nebin, bira ew şermî bin û r'ûr'eş bin, ewêd bêamine nemamîyê dikin.
[4] Xudan, r'îyêd Xwe nîşanî min ke û min hînî şiver'îyêd Xwe ke.
[5] Berê min bide r'astîya Xwe, hîn ke, çimkî Tu yî ew Xwedêyê xilazkirê min û her r'oj ez gumana xwe didime ser Te.
[6] Bîr bîn, Xudan, r'e'm û h'uba Xwe, çimkî ewe h'eta-h'etayî ne.
[7] Guneyêd zar'otî û neheqîyêd min bîr neyne, lê li gora h'uba Xwe min bîr bîne, bona xatirê qencîya Xwe, Xudano!
[8] Qenc û r'ast e Xudan, lema gunek'ara hînî r'ê dike.
[9] Ew berbi heqîyê milûka dibe û r'îya Xwe milûka hîn dike.
[10] H'emû r'îyêd Xudan dilovan û amin in, bona yêd peyman û t'emîyêd Wî xwey dikin.
[11] Xudano, bidî xatirê navê Xwe, sûcê neheqîya min ku mezin e, dîsa bidî xatirê baxşa Xwe.
[12] Ew merivê ku ji Xudan xof dike, Ewê hîn ke ku k'îjan r'îyê bibijêre.
[13] Nefsa wîyê xêr-xweşîyêda bimîne û zur'eta wîyê li e'rdê war be.
[14] Sir'a Xudan bona xofk'êşêd Wî ye Ew peymana Xwe wanva e'yan dike.
[15] Ç'e'vê min t'imê li Xudan e, çimkî Ewê nigê min ji t'elê derxe.
[16] Berê Xwe bide min û min were r'e'mê, çimkî ezî bêkesî dero-der im.
[17] Kulê dilê min zêde dibin, ji van derd-kula derxe Tu min.
[18] Dîna Xwe bide min me'rimî û r'ebenî, bibaxşîne h'emû guneyêd mine kirî.
[19] Dîna Xwe bide p'ir'anîya neyarêd min, çawa k'în û boxîyêva dijenine min.
[20] Nefsa min xwey ke û min xilaz ke, şermî nebim, ku xwe daye bin sîya Te.
[21] H'elalî û r'astî bira min xwey kin, çimkî ez bi guman hîvîya Te me.
[22] Xwedêyo, azad ke Îsraêlê, ji ber her te'lî-tengîyê .