Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 48

Listen to this chapter • 1:32

[1] Xudan mezin e, hêjayî gelek pesina ye, bajarê Xwedêyê meda, li ser ç'îyayê Xweyî pîroz,

[2] bilindayîya bedew, şabûna t'emamîya e'rdê, ç'îyayê Sîyonê, t'apê Safonê , bajarê P'adşê mezin .

[3] Qesirêd wêda Xwedê k'ifş e, Ew çawa kela xuya dike.

[4] Va ye p'adşa, ewan civîyan, h'emû hevr'a hatin ser şêr'.

[5] Gava dîtin, e'cêbmayî bûn, t'evîhev bûn, paşda r'evîn.

[6] R'icafê li wir ew girtin, mîna sancûyê jina ku dik'eve ber zar'ê

[7] û çawa bayê r'ohilatê gemîyêd T'arşîşê hûrxweşî dike.

[8] Me çawa bihîstibû, usa jî me dît, bajarê Xudanê Ordîyada, bajarê Xwedêyê meda, k'îjanî Xwedê qedîm dike h'eta-h'etayê. (Sela)

[9] Ya Xwedê, P'aristgeha Teda em ser h'uba Teye bêhimber difikirin.

[10] Çawa navê Te, ya Xwedê, usa jî pesinê Te h'eta serê dinê, destê Teyî r'astê heqîyêva xinê.

[11] Bira şa be ç'îyayê Sîyonê û eşq bin bajarêd Cihûda pê qirarêd Te.

[12] Dora Sîyonê bizivir'in û dora wê hûn bigirin, bilindcîyêd wê bijmirin,

[13] mêla we ser sûrêd wê be, dîna xwe bidine qesirêd wê, ku nisilê mayînr'a hûn salix kin,

[14] çimkî ev Xwedêya Xwedêyê me ye h'eta-h'etayê, Ewê r'êberê me be her-heyê.

Zebûr — Chapters