Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 133

Listen to this chapter • 0:35

[1] Çawa qenc e, çawa xweş e, ku bira hevr'a yektîyêda ne!

[2] Ew mîna wî r'ûnê xalis e, ku ji sêrî dir'ije ser r'ûdanê, belê li ser r'ûdana Harûnda, ku jorda h'eta bestûya wî dişiqite.

[3] Ew mîna qir'avîya ç'îyayê Hermonê ye, ku li ser ç'îyayêd Sîyonê datîne. Çimkî li wir Xudan xêr û xweşî û jîyana h'eta-h'etayê soz daye.

Zebûr — Chapters