Skip to content
Opens in a new window

Zebûr 130

Listen to this chapter • 1:02

[1] Ji k'ûrayê ez hewara xwe Te datînim, Xudano.

[2] Xudan, dengê min bibihê! Bira guhê Te ser dengê hêwarza min be.

[3] Xudan, heger dîna Xwe bidî guneyêd me, k'î wê bikaribe ber Te bisene, Xweyo?

[4] Çimkî baxşandin destê Te ye, wekî însan ji Te xof bike.

[5] Ez hîvîya Xudan im, nefsa min hîvîyê ye, gumana min ser sozê Wî ye.

[6] Nefsa min h'eyra Xweyî ye, ji wan nobedara ze'ftir, yêd ku h'eyra sibehê ne, h'eyra sibehê ne.

[7] Îsraêl, gumana xwe bide ser Xudan, çimkî h'uba Xudan p'ir' mezin e, her xilazbûn ji destê Wî ye.

[8] Ewê Xwexa Îsraêlê ji her neheqîyêd wan xilaz ke.

Zebûr — Chapters